• Sunday, 15 February 2026
logo

Nûnerê Papayê Vatikan gihişte Hewlêrê

Gulan Media August 13, 2014 Nûçe
Nûnerê Papayê Vatikan gihişte Hewlêrê
Nûnerê Papayê Vatikan, Cardinal Fernando Filon gihişte Hewlêrê bi mebesta agehdarî li rewşa koçberên mesîhî.

Cardinal Fernando Filon bi nûneratiya Papayê Vatikanê, Pope Francis vê serdanê encam dide da ji nêzîk ve agehdarî rewşa wan koçberên mesîhî bibe yên ku ji ber şerê DAIŞê ji Mûsil û derdora wê revîne û li Herêma Kurdistanê bi cih bûne.

Cardinal Fernando Filon ji aliyê parêzgarê Hewlêrê, Newzad Hadî, Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî li Herêma Kurdistanê Kemal Muslim û hejmarek ji oldarên mesîhî, li Balafirgeha Hewlêrê ya Navdewletî hat pêşwazî kirin.

Rudaw
Top