• Sunday, 15 February 2026
logo

Amerîka 130 şêwirmendên din ên leşkerî şandin Kurdistanê

Gulan Media August 13, 2014 Nûçe
Amerîka 130 şêwirmendên din ên leşkerî şandin Kurdistanê
Wezîrê bergiriyê yê Amerîka Chuck Hagel ragihand ku Amerîka 130 şêwirmendên din ên leşkerî ji bo piştgirîkirina hêzên pêşmergeyên Kurdistanê, şandine Hewlêrê.

Ew 130 şêwirmendên leşkerî ku Penatgonê gotiye ewê ti karên leşkerî nekin, duh sêşemê gihiştine Hewlêrê ji bo ku pêwîstiyên koçberên Kudên Êzdî yên ku li ser çiyayê Şingalê mane, binirxînin.

Pentagonê diyar kir ku ew leşkerên artêşê, kesên pisporin û dê ligel nûnerên wezareta derve ya Amerîka û ajansên Amerîkayê kar bikin ji bo alîkarîkirina koçberên li çiyayê Şingalê û koçberên din.

Şandina wan leşkeran ku dê tevlî her 300 şêwirmendên din yên amerîkî li Iraq û Hewlêrê bibin, di demekê de ye ku Pentagonê duh gotinû, êrîşa ezmanî bi tenê wê gefên DAÎŞê bi dawî neyêne û pêwîstî bi rûbirûbûna bejayî heye.

Duh jî artêşa Amerîka ragihandibû ku balafirên wan yên şer çend navendên DAÎŞê li bakurê qeza Şingalê bombebaran kirin.

Rudaw
Top