• Sunday, 15 February 2026
logo

Elmanya dê çek û kelûpelên modern bide Hêzên Pêşmerge

Gulan Media August 13, 2014 Nûçe
Elmanya dê çek û kelûpelên modern bide Hêzên Pêşmerge
Wezîra Berevaniyê yê Elmanya, Ursula von der Leyen ragehand ku dê welatê wî alîkariyên leşkerî ji Hêzên Pêşmerge re bişîne.

Rojnameya SPIEGEL a elmanî li ser zarê çavkaniyekê ragehandiye ku dê, Wezareta Berevaniyê ya Elamanya alîkariyên leşkerî ji Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê re bişîne, ji bo rûbirûbûna çekdarên DAIŞ’ê.

Li gor ku çavkaniyê amaje pê kiriye, dibe ku alîkariyên leşkerî yên Elmanya bo Pêşmerge ji: otombîlên leşkerî, alavên aşkere kirina mîn û teqemeniyan, cil û berên dijî gulle û çend pêwîstiyên din ên taybet, pêk werin.

Herwiha rojnameya navborî belav kiriye ku, ew çek û pêwîstî gelek pêşkeftî ne û dibe ku pêwîstiya Hêzên Pêşmerge bi perwerdeyê hebe heta karibe bi awayekî şareza wan çek û kelûpelan bikar bînin.

Ji aliyê xwe ve Wezîrê Derve yê Almanya Frank-Walter Steinmeier (ji partiya SPD) diyar kir ku ew dixwaze ji alîkariyên xwarinê wêdetir, alîkariyên din jî bidin Kurdan û bi vê yekê rêya dana çekan bo Kurdan vekir.

Navborî ji rojnameyk elmanî re got: “Arîkariya mirovî ji bo her kesê muhtac ev tiştekî bênîqaş e, lê divê em binêrin ka em dikarin tiştekî zêdetir bikin ku em mecbûr in bikin.”

Basnews
Top