“50 hezar koçberên Şingalê li Rojava ne”
Hisên Ezam di kongreyeke rojanmevaniyê de ku duh, 12ê tebaxê, li nav kampê hat lidarxistin, aşkere kir ku nêzîkî 50 hezar koçberên Şingalê li Rojavayê Kurdistanê hene, ji wan zêdetirî 12 hezaran li kampa Newrozin.
Ezam diyar kir ku xelk û rêveberiya herêma Cizîrê alîkariya koçberên Şingalê dikin, herwiha Komîsyona Penaberan ya ser bi Neteweyên Yekbûyî ve, nêzîkî 1500 pakêtên xwarinê û 96 çadir li kampa Newrozê belav kirine.
Hisên Ezam bang li civaka navdewletî û rêxistinên mirovî kir ku alîkariya koçberên Şingalê bikin.
Rudaw
