YE rê da welatên xwe ku alîkariya leşkerî bidin Pêşmerge
Ji roja, 3’ê tebaxê ve dema girtina qeza Şingalê ji aliyê çekdarên rêxistina radîkal a bi navê Dewleta Îslamî yaIraq û Şamê (DAIŞ), Hêzên Pêşmerge di şerekî giran de ne di ligel çekdarên rêxistina navborî.
Ji ber ku çekarên DAIŞ’ê di deme girtina bajarê Mûsil û Tirkîtê de, roja 9-10’ê hezîranê, dest danîn ser rêjeyeke zêde ya çekên pêşkeftî û kelûpelên leşkerî yên ku hêzên artêşa Iraqî li şûna xwe hiştibûn, rayedarên Herêma Kurdistanê daxwaz ji civaka navdewletî kirin ku çekên modern ji Hêzên Pêşmerge re bişînin daku karibin rûbirûyê DAIŞ’ê bibin û axa xwe biparêzin.
Heta niha tenê ji aliyê Amerîka ve barek ji çekên pêşketî gihiştiye Hewlêrê, lê gelel welatên din zoz dane ku ew jî dê hewl bidin di demek nêzîk de çekan ji Pêşmerge re bişînin, ji wan jî Fransa, Îtalya û Komara Çekê.
Duh, 12’ê tebaxê jî, balyozên welatên YE civînek awarte lidar xistin bo mebesta gotûbêj kirina daxwaza rayedarên Herêma Kurdistanê bo alîkariya leşkerî, lê di civînê de komdengî pêk nehat li ser vê daxawazê.
Di civînê de YE rê da welatên endam ku bi tenê alîkariya leşkerî bişînin Herêma Kurdistanê, eger biryar bidin. Berî niha jî her yek ji Fransa, Îtalya, Eşmanya û Komara Çekê piştgiriya şandina çekan bo Hêzên Pêşmerge dabûn, lê heta niha ti çek ji wan welatan negihiştine Herêma Kurdistanê.
Basnews
