• Sunday, 15 February 2026
logo

Serok Barzanî li rêya telefonê ve peywendiyê bi Serok Komarê Iraqê kir

Gulan Media August 12, 2014 Nûçe
Serok Barzanî li rêya telefonê ve peywendiyê bi Serok Komarê Iraqê kir
Êvariya duh sêşem 12.08.2014 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li rêya telefonê ve peywendiyê bi birêz Dr Fuad Mehsûm Serok Komarê Iraqê kir.

Li vê peywendiyê da di derbarê pêşhatên dawî û hengavên li nav proseya siyasî û destûra Iraqê de guftûgoyê kirin û Serok Barzanî ji bo wan hengavên destûriyan û her wiha raspardina kandîdê hevpeymaniya nîştîmanî ya ji bo pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê destxweşiyê li Serok Komarê Iraqê kir.

Serok Barzanî li vê peywendiyê da palpiştiya xwe ya tevahî ji bo Serok Komarê Iraqê ragihand û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest.

Top