Serok Barzanî digel serokên aliyên siyasî civiya
Di civînê de ku, armanc jê lihevguhertina hizirbûbîran û yekhelwestî û yekrêziya neteweyî li hember gefên terorîstan bû, bûyerên vê dawiyê û êrîşa terorîstan bo ser xelk û axa Kurdistanê hat behis kirin û bi hûrî rewşa eniya şer û hêzên pêşmerge di rûbirûbûna terorîstan û reaksyona êrîşên terorîstan bo ser Kurdistanê nirxandin. Civînê tekîd li ser çareserkirina hemû kêmasiyên eniya şer û, herwesa, diyarkirina mekanîzmeke pêwîst bo zêdetir parastina emniyeta herêma Kurdistanê kir.
Aliyên siyasiyên beşdar di civînê de bi timamî piştevaniya xwe ji bo hêzên pêşmergeyê Kurdistanê diyar kir û sipasiya xelkê Kurdistanê, aliyên siyasî û rêxistin û komeleyên civaka medenî kir ku, di warê xweragirî û hestkirin bi berprisiyariyê ji bo piştgiriya pêşmerge û alîkarîkirina koçberan de roleke mezin lîstin. Civînê sipasiya piştevanî û dihewarhatina civaka navdewletî û welatên dostên gelê Kurdistanê kir û daxwaz ji civaka navdewletî kir ku, di parastina koçberan û hewandina wan de alîkariya herêma Kurdistanê bikin heta wê dema ew ji bo ser mal û milkê xwe vedigerin.
Aliyên beşdarên civînê digel serok Barzanî daxwaz ji hemû hêzên siyasiyî û xelkê Kurdistanê kir ku, di vê qonaxa nazik de yekhelwestî û yekrêziya neteweyî biparêz in û tekîd li ser wê yekê kir ku, hemû hêzên beşdar di eniya şer de pêwîste ji partîtiyê dûr bin û daxwaz jî ji saziyên ragehandina Kurdistanê kir ku, bi çavekirî û zêdetir hestkirin bi berprisiyariyê miamileyê digel bûyeran bikin û berjewendî û emniyeta neteweyîya herêma Kurdistanê li bar çavan bigirin.
Pirosesa siyasiya Îraqê mijareke din a civînê bû û beşdarbûyên civînê hemû ew hewilên li Bexdayê tên dan ku, bêhna têkdana pirensîpên tewafiqê û kodetaya serbazî jê têt şermezar kirin û piştevaniya xwe ji bo Fuad Mesûm serokomarê Îraqê û pirosesa siyasîya demokratîk û destûra Îraqê nîşan da û hêvî xwest bi zêtirîn dem kîrza siyasiya Îraqê bi dawî bê. Li dor pirosesa pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê jî, her biryareke Hevpeymaniya Niştimanî ji bo destnîşankirina kandîdê serokwezîrtiyê, herêma Kurdistanê dê rêzê li wê biryarê bigire.
Aliyên siyasiyên beşdarên civînê biryar da ku, ji bona rûbirûbûna pêşhatan û çareserkirina pirsgirêkan mekanîzmeke minasib li pêşiya xwe deynin û civîn jî berdewam bin.
Rudaw
