• Sunday, 15 February 2026
logo

Şanda HDPê dê serdana Ocalan bike

Gulan Media August 12, 2014 Nûçe
Şanda HDPê dê serdana Ocalan bike
Wekîla serokê Koma HDPê di Parlamentoya Tirkiyê de Pervîn Buldan diyar kir ku hikûmet ji bo avakirina komîteya şopandinê û aşkerakirina nexşerêyê, dereng maye û xwest ku ew komîte bilez bê avakirin.

Pervîn Buldan ji ajansa Anadolu re diyar kir ku di nava heftiyekê de ewê bi şanda hikûmetê re re hevdîtin bikin, herwiha aşkere kir ku ewê vê heftiyê jî biçin Îmraliyê û ligel rêbere PKKê Abdullah Ocalan bicivin.

Buldan tekez kir ku pêwîste danûstandin destpê bikin û komîteya şopandinê bê avakirin. Buldan herwiha ragihand ku di hevdîtina li Îmraliyê de, ewê li ser van mijaran bi Ocalan re gotûbêjan bikin.

Wekîla serokê HDPê bal kişand ku ji bo komîteya şopandinê, navê 27 kesan tê bilêvkirin, lê ev nav ji wan re nehatine ragihandin. Perwîn Buldan da zanîn ku ew jî dê hin navan pêşniyar bikin û ji hikûmetê re ragihînin.

Qanûna çarçoveya pêvajoya aştiyê, di 10ê tîrmehê de li Parlamentoya Tirkiyê hate qebûlkirin.

Rudaw
Top