• Sunday, 15 February 2026
logo

Serok Barzanî di derbarê hilkirina alaya Kurdistanê ya li bereyên şer de biryarekî derxist

Gulan Media August 12, 2014 Nûçe
Serok Barzanî di derbarê hilkirina alaya Kurdistanê ya li bereyên şer de biryarekî derxist
Bi navê bi hêztirkirina yekrêziya nîştîmanî ya li rûbirûbûna terorê û piştgîriya neteweyî û nîştîmaniya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û yekxistina hemû şiyana ma'newî û siyasî û cemaweriyên xelkê û aliyên siyasiyê Kurdistanê li bereyên rûbirûbûnê da, me biryar da ku nabê ew hêzên li bereyên ceng yê bi hêzên xwebexş de beşdarin û ew hêzên ser bi aliyên siyasiyanin, bi tu awayekî ji bilî alaya pîroza Kurdistanê alayekî din hilbikin. Ne xwe rûbiruyê binpêkirina yasayî dibin û ji bo bi cîhkirina vê biryarê jî her dû Wezaretên Pêşmerge û Wezareta Navxweya Hikûmeta Herêma Kurdistanê çavdêrî û duvdaçûnê ji bo her cûre haletek bikin li berevajiya vê biryarê bibe.

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
11.08.2014
Top