• Sunday, 15 February 2026
logo

Kanada alîkariya herêma Kurdistanê dike

Gulan Media August 11, 2014 Nûçe
Kanada alîkariya herêma Kurdistanê dike
Sefîrê Kanadayê yê Îraqê, duhî roja yekşemiyê 10.08.2014ê li bajarê Hewlêrê, bi aramnaca ji nêzîk haydarî rewşa emnî û siyasî bibe û guh li hikûmeta herêma Kurdistanê bigire ka di warê alîkariyên mirovî û leşkerî de çi pêwîste, serdana fermangeha têkeliyên derve kir û ji aliyê Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê ve hat pêşwazî kirin.

Felah Mistefa ji şandeya mêvan re behsa rewşa eminî û mirovî kir û got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê, ji bona bikare şerê dijî terorê bike û weke pêwîst alîkariya penaberên hatine herêma Kurdistanê bike, pêwîstî bi piştevaniya civaka navdewletî heye.

Sefîrê Kanadayê yê Îraqê rola hikûmeta herêma Kurdistanê di şerê li dijî terorê û pêşwazîkirina wê hijmara zêdeya koçber û penaberan bilind nirxand û sipasiya hikûmeta herêma Kurdistanê kir. Sefîrê Kanadayê got ku, hikûmeta wî piştevaniya biryara Amerîkayê a di warê êrîşên balefirên cengî bo ser çekjdarên DAÎŞ dike û hikûmeta Kanadayê dest bi hinartina alîkariyên mirovî û leşkerî bo herêma Kurdistan û Îraqê kiriye.

Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê bi navê hikûmeta herêma Kurdistanê sipasiya helwest, hevkarî û piştevaniya Kanadayê bo hêzên pêşmerge û koçberên li herêma Kurdistanê hene, kir. Mistefa got ku, hêzên pêşmerge li şûna gişt civaka navdewletî şerê terorê dike ji ber hindê pêwîste civaka navdewletî bi awayekî rasterast alîkarî û piştgiriya hikûmeta Kurdistanê bike.

Her yek ji Mayîkil Kelan rêvebirê giştî bo karûbarên Rojhilata Navîn li wezareta geşepêdanên navdewletî a hikûmeta Kanadayê û Karwan Cemal cîgirê berprisê têkeliyênderve amade bûn.


Top