Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Wezîrê Bergiriyê Iraqê kir
Li kombûnê da ku hejmarek ji berpirsên serbazî û emnî û siyasiyên Herêma Kurdistanê amade bûn rewşa emnî û hengavên rûbirûbûna terorîstan ya li bereyên şer xistin ber behs û guftûgoyan. Her li vê kombûnê da her dû alî li ser ewe hevre bûn ku rûbirûbûna terorê pêwîstî bi karê hevbeş û palpiştiya cîhanî heye ji ber ku teror tehdîda hemû aliyek kiriye armanc û ji bo vê mebestê pêwîste hemahengiyeke tevahî li gel aliyan da hebê.
Di derbarê tehdîdên terorê ya li ser Herêma Kurdistanê jî Wezîrê Bergiriyê Iraqê ragihand ku Herêma Kurdistan û Hewlêr cîheke arame û nimûneyeke ji bo beşên dinê Iraqê û li hebûna her cûre tehdîdek li dijî Herêma Kurdistanê gumana xwe jî nîşanda û her wiha helwesta Herêma Kurdistanê li dijî terorê qehremanane wesif kir.
