• Sunday, 15 February 2026
logo

Barzanî: Em hemû gelê Kurdistanê dê bi hev re bijîn û bi hev re jî bimirin

Gulan Media August 10, 2014 Nûçe
Barzanî: Em hemû gelê Kurdistanê dê bi hev re bijîn û bi hev re jî bimirin
Wezîrê Derve yê Fransayê Loran Fabius serdana Herêma Kurdistanê kir û bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re li ser rewşa dawî ya Iraq û Başûrê Kurdistanê hevdîtin pêk anî.

Piştî hevdîtinê, Barzanî û Fabius civîneke rojnamevaniyê li dar xistin û li ser naveroka civînê daxuyanî dan.

Barzanî spasiya hikûmeta Fransayê û wezîrê derve yê wî welatî Loran Fabius kir piştevaniya xwe ji gelê Kurdistanê re nîşan daye.

Serokê Herêma Kurdistanê li ser şerê li dijî DAIŞê jî got, em li dijî rêxistineke terorîstî şer nakin belkî em li dijî dewleteke terorîstî şer dikin ku çekên wê gellekî ji çekên Pêşmerge baştir û pêşketîtir in.

Mesûd Barzanî anî ziman ku ew ji welatên dost naxwazin serbazên xwe bişînin şerê DAIŞê lê dixwazin çekên pêwîst bidin hêzên Pêşmerge da ku bikarin wan terorîstan ji nav bibin.

Barzanî li ser çanda pêkevjiyan û aştî û azadiya di navbera gelên kurd, mesîhî, tirkmen û êzîdî yên li Kurdistanê têkez kir û wiha got: “Em hemû gelê Kurdistanê, kurd-mesîhî-tirkmen-êzîdî, dê bi hev re bijîn û bi hev re jî bimirin.”

Mesûd Barzanî diyar kir ku ew rê nadin terorîst dostaniya kurd û ereb xirab bikin.

Wezîrê Derve yê Fransayê Loran Fabius jî piştgiriya hikûmeta Parîsê bo gelê Kurdistan û Iraqê nîşan da û ragihand, alîkariyên Fransa bo kesên ku ji mal û warên xwe reviyane dê bidome û da zanîn, di nav 24 saetên borî de Fransa 18 ton alîkariyên mirovî gihandiye kurdên êzîdî yên ji ber DAIŞê li ser çiyayê Şingalê asê mane.

Fabius ji welatên Ewropayê xwest, korîdereke asimanî ji bona gihandina alîkariyên mirovî bo kurdên êzîdî û awareyên iraqî vekin.

Wezîrê Derve yê Fransayê her wiha ragihand ku divê li Iraqê hikûmeteke niştimanî were avakirin û got, piştgiriya gelê kurd dozeke rewa ye.

Rudaw
Top