Hêzên Pêşmerge Giwêr rizgar kirin
Li gor agahiyên BasNewsê, Hêzên Pêşmerge bi hevkariya balefirên şer ên Amerîkayê ber bi Giwêr û derdora wê pêşketin û piştî şerekî dijwar derbeyên giran li çekdarên grûba Dewleta Îslamî ya İraq û Şamê (DAİŞ) dan.
Hat ragehandin ku niha nehya Giwêr di bin kontrola Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê de ye û çekdarên DAİŞ’ê jî paşde direvin ligel ku gelek termên xwe bicîh hiştine û bi dehan jî hatine birîndar kirin. Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin, gelek çekdarên DAİŞ’ê xwe radestî Hêzên Pêşmerge kirine û gelek jî hatine dorpêçkirin û şer berdewam e, lê hejmara çekdarên xwe radest kirine nehat zanîn.
Vê sibê jî li sînorê nehya Giwêr, Hêzên Pêşmerge û Asayîşa Hewlêrê ji çend aliyan ve êrîşî çekdarên DAİŞ’ê kirin û gundê Hewêr kontrol kirin. Di vê derbarê de çavkaniyekê ji Asayîşa Hewlêrê ji BasNewsê re gotibû: ‘’Piştî bombardimankirina pêgehên çekdarên DAİŞ’ê ji aliyê balefirên şer ên Amerîkayê ve, Hêzên Pêşmerge û Asayîşê derbeyên giran li DAİŞ’ê dan û bi dehan termên terorîstên DAİŞ’ê bicîh man. Herwiha Pêşmerge jî her pêş dikevin.’‘
Basnews
