Bajarokê Mexmûrê bi temamî ket destê hêzên Pêşmerge
Di dîmenên vîdoyî yên bi zindî ji Rûdawê hatin pexşkirin de tê dîtin ku hêzên Pêşmerge avahiya Qaymeqamiya Mexmûrê jî kontrol kirine…
Fermandeyê hêzên Pêşmerge li enişya Guwêr-Mexmûrê Sîrwan Barzanî ji Rûdawê re got, hêzên Pêşmerge karîn çekdarên DAIŞê ji nav Mexmûrê derbixin û wê deverê bi tevahî kontrol bikin.
Sîrwan Barzanî her wiha got, me li Mexmûrê 3 çekdarên DAIŞê dîl girtine û bi dehan çekdar jî hatine kuştin.
Fermandeyê hêzên Pêşmerge li eniya Mexmûrê Necat Elî jî ji Rûdawê re got, hêzên Pêşmerge derbasî nav Mexmûrê bûne û çekdarên DAIŞê ji tirsa direvin.
Hêzên Pêşmerge îro danê sibê bi piştevaniya êrişên asimanî karîn eniya Guwêr-Mexmûrê kontrol bikin û piştî nîro jî derbasî nav bajarokê Mexmûrê bûn.
Rudaw
