PKKê zêdetirî 100 gerîlayên xwe şand Kerkûkê
Li gorî agahiyên Rûdawê, PKKê îro zêdetirî 100 gerîlayên xwe ji bo piştgiriya hêzên Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de şand Kerkûkê.
Li gorî agahiyan, ew hêza PKKê ji bajarê Raniya yê Başûrê Kurdistanê re ber bi Kerkûkê bi rê ketin û komek hêzên asayiş û polîsên Başûrê Kurdistanê jî ew derbas kirin.
Dema gerîla di nav bajêr de derbas dibûn hinek welatî jî li kolanê pêşwaziya wan kirin.
Tê zanîn, PKKê her wiha gerîlayên xwe ji bo piştgiriya hêzên Pêşmerge şandibû Mexmûr û Şingalê jî.
Rudaw
