• Sunday, 15 February 2026
logo

Li Amerîkayê kurdan li dijî DAIŞê xwepêşandan kirin

Gulan Media August 10, 2014 Nûçe
Li Amerîkayê kurdan li dijî DAIŞê xwepêşandan kirin
Li Amerîkayê bi sedan kurd ji bo piştgiriya kurdên êzîdî û protestokirina êrişên DAIŞê li dijî Başûrê Kurdistanê û êzîdiyan xwepêşandan kirin.

Li paytexta Amerîka, Washingtonê û li ber avahiya Koşpa Spî bi sedan kurd kom bûn û li dijî êrşên DAIŞê li hember kurdên êzîdî û Başûrê Kurdistanê nerazîbûn nîşan dan.

Xwepêşanderan ji hikûmeta Amerîkayê xwestin, bi hewara kurdên êzîdî yên li ser çiyayê Şingalê asê mane here û hewlên mezin bide ji bo jinavbirina çekdarên DAIŞê...

Rudaw
Top