Hilbijartinên Turkiye dest pê kir
Evroj 53 milyon dengder li Turkiye ber bi sindoqên dengdanê ve diçin û dê serok komar hilbijêrin. Sê kesan xwe kandîd kirine ew jî ev in: Receb Teyyib Erdogan kandîdê partîya Dad u Geşepêdan û Selaheddîn Demîrtaş kandîdê partîya Demokrata Gelan û Ekmeleddîn Îhsan kandîdê partîya Komariya Gel.
Evroj dê prosesa dengdanê li demjimêr 8î serê sibê heta 5î êvarî berdewam be û biryare piştî bidawî hatina dengdanê bi çend demjimêran encam bihên ragihandin.
Her kandîdek ji sedî 50 a dengan bi dest bixe, dê bibe serokê komara Turkiye, belê heger nikarin evê rêjeyê bi det bixin, gerek hilbijartin bihên dubarekirin.
