• Sunday, 15 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serok Komarê Iraqê kir

Gulan Media August 9, 2014 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serok Komarê Iraqê kir
Îro şemî 09.08.2014 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Dr. Fuad Mehsûm Serok Komarê Iraqê kir.

Li kombûnê da Serokê Herêma Kurdistanê bi xêrhatina Serok Komarê Iraqê kir û hêviya serkeftinê li erkên wî de xwest û piştevaniya xwe jî ji bo Serok Komarê Iraqê ku nûnerê hilbijartiyê aliyên siyasiyên Herêma Kurdistane ragihand.

Li beranber da Serok Komarê Iraqê spasî pêşwaziya germ ya Serok Barzanî kir û tekez li wê yekê kir ku kar li ser nêzîkbûna aliyên siyasiyên Iraqê dike û peroşe ji bo parastina berjewendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê.

Li vê hevdîtinê de rewşa emnî û siyasiya Herêma Kurdistanê û metirsî û tehdîdên rêxistina terorîstiy Da'îş ya li ser Herêma Kurdistan û Iraqê hate axaftin û her dû alî li ser ewe hevrebûn ku bi navê parastina ezmûna demokrasiya Herêma Kurdistan û Iraqê pêwîste hemû aliyek hemû şiyanên xwe yên mirovî û siyasî bixin holê ji ber ku Da'îş metirsiyekî giştgîre li ser Kurdistan û Iraq û hemû navçe û cîhanê. Di derbarê vê babetê ve Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku em ne rûbiruyê rêxistineke terorîstî ne belku şer li gel dewletekî terorîstî ya pirçek dikin ku dijî hemû cûre prensîpekî miroviye.

Li kombûnê da helwesta Amerîka, Ewrûpa û welatên herêmî ya li dijayetîkirina Da'îş û parastina Herêma Kurdistanê bi bilind hate nirxandin.

Proseya siyasiya Iraqê û hengavên pêkanîna Hikûmeta paşaroja Iraqê mijareke dinê kombûna di navbera Serok Barzanî û Serok Komarê Iraqê bû.

Top