• Sunday, 15 February 2026
logo

Rewşa çalakiyên neftê li herêma Kurdistanê

Gulan Media August 9, 2014 Nûçe
Rewşa çalakiyên neftê li herêma Kurdistanê
Wezareta samanên xwezayî ya hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de dibêje ku, ew gelek giringiyê bi selametî û parastina emniyeta hemû karmendên sektora neftê û çalakiyên di warê neftê de li herêma Kurdistanê dide.

Wezareta samanên xwezayî berdewam di nava têkeliyan de ye digel saziyên Asayîşa hikûmeta herêma Kurdistanê li ser rewşa emnî li ser tixûbên herêma Kurdistanê û berdewam hemû zaniyariyên peywendîdar digel belênderan bi hebveşî digihine.

Heta nuha dijmin nikariye çalakiyên warê neftê li herêma Kurdistanê bike armanc, lê weke xweamadekirin, hindek ji çalakiyên lêgerîna neftê li wan deverên nêzîkî bereyên şer bi awayekî demkî hatien rawestandin û karmendên wan jî hatine veguhastin.

Ev rewşa heye kartêkirin li berhemanîna neftê li herêma Kurdistanê nekiriye û berdewam neft ji bo bazarên navxwe û derve tê hinartin. Hikûmeta herêma Kurdistanê çaverê dike ku, kompaniyên di warê neftê de kar dikin di çend hefteyên bên de berhemên xwe zêde bikin, di hemna demê de berbipêşveçûna jêrxaniya hinartinê, her wek nexşerê jê re hatiye danan, timam dibe.

Kompaniyên berhemanîna neftê berdewam pişka xwe ji berhem û dahatiniyê ji hemû bikarhênerên navxwe yên neftê werdigirin û, herwesa, ew hatine şîret kirin ku, ji bona bidestxistina pişka xwe ji nefta tê hinartin li ser firotina rêjeya nefta hatiye hinartin, kar bikin.

Di hemna demê de, wezareta samanên xwezayî bi bîra kompaniyên karker û kompaniyên xizmetgozarîyên herêma Kurdistanê tîne ku, bêy hevahengiya timam digel wezareta samanên xwezayî tu gavan neavêj in, jiber ku, dibe bibe sedemê dirustbûna aloziyên nepêwîst û di hindek haletan de ziyanê bi berjewendiyên kompaniyên karker û pêwîstiyên giştiyên herêma Kurdistanê bigihîne.

Wezareta samanên xwezayî li ser hinartina neftê bo benderê Cîhan berdewam e û pêşwaziyê li piştgirîya kompaniyên neftê li herêma Kurdistanê dike.

Top