YPG: 3 şervanên me li Rebîe şehîd bûn
Li gor nûçeya malpera fermî ya YPGê, di şerê roja 5 û 7ê vê mehê de û di encama şer û pevçûnên li bajarokê Rebîhe de, 3 şervanên YPGê bi navên Mizgîn Hesen, Fatîme Eken û Ebas Koçer şehîd bûne. Cenazeyên Mizgîn û Ebas jî duh li Dêrikê spartin axê.
Li aliyê din, navenda ragihandina YPGê di daxuyaniyekê de ragihand ku di şer û pevçûnên roja pêncşemê yên li bajarokê Rebîhe de, 24 çekdarên DAÎŞê hatin kuştin û şervanekî YPGê, ku navê wî nehatiye aşkerekirin, şehdî bûye.
Di dxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku di wî şerî de, YPGê çend çek û otombîlên leşkerî yên çekdarên DAÎŞê jî desteser kirine.
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jinê (YPG), wek baskê leşkerî yên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) tên naskirin.
Rudaw
