Parlamentoyê 100 milyon dînar ji koçberên Şingalê re şand
Di vê derbarê de Cîgirê Komîteya Darayî ya Parlamentoya Kurdistanê Elî Heme Salih ji BasNewsê re got: ‘’Bi biryara Serokê Parlamentoya Kurdistanê 100 milyon dînarê İraqî wek hevkarî ji koçberên çiyayê Şingalê re hat şandin.
Elî Heme Salih wiha axifî: ‘’Ew hevkarî ku bi rêya ofîsa parlamentoyê ya Duhokê hatiye şandin, ji pêdiviyên jin, zarok, xwarin û vexwarinê pêk tê û bi rêya balefirê ji koçberan re hatiye şandin.’‘
Heme Salih da zanîn ku ew pereyên han ji budceya taybet a Parlamentoya Kurdistanê hatine veqetandin ku sînordar e û axaftina xwe wiha qedand: ‘’Dê hevkariya zêdetir jî bo koçberan were şandin.’‘
Rudaw
