Li Xazir 70 çekdarên DAİŞ’ê hatin kuştin
Di vê derbarê de Qeymeqamê Berdereş Serdar Yehya li cepheya şer agahî dan û got: ‘’Doh piştî nîvro şer û pevçûn di navnera Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê û çekdarên DAİŞ’ê de li navçeya Xazir derket û di encam de 70 çekdarên DAİŞ’ê hatin kuştin.’‘
Serdar Yehya da zanîn ku Pêşmergeyên Hêza Zêrevanî û hevwelatiyên xwebexş ên sînorê nehya Botanî ser bi qezaya Berdereş ku hejmara wan zêdeyî 300 kesan bû piştgiriya Pêşmergeyên Kurdistanê kirine. Herwiha ragehand ku Pêşmerge berdewam pêş dikevin û karîne du gundên wê navçeyê ji DAİŞ’ê paqij bikin bêyî ku hîç zerareke canî hebe.
Yehya ji malpera Xendanê re wiha axifî: ‘’Piştre bi piştîvaniya hêzên esmanî ku navçe bombardiman dikirin, çekdarên DAİŞ’ê li gundên Sehes Şam, Orgumas û Sêvdînan li ser qeraxa rûbarê Xazir derbeyên giran xwarin û paşde reviyan, zêdeyî 70 termên xwe bicîh hiştin, herwiha zêdeyî 5 Hummer û 14 otomobîlên din hatin şikandin û şewitandin.’‘
