‘Dê Kurdistan ji DAİŞ’ê re bibe gor’
Berî ku Selahhatin Demirtaş were û ji bo axaftina xwe derkeve ser dike, hûnermendên wek Axîn Biro, Halimê Omerî û Comert stran û dîlokên xwe bi gel re parve kirin. Hûnermendan ji bo êrîşên li ser Kurdan stranên govendê û şahiyê ne gotin û ji mitîngên Kurdan ên din cudatir di vê mitîngê de kesekî govend negirt.
Di mitînga ku bi ‘Ey Reqîp’ destpêkir de gelek caran ji hêla hezaran ve diruşmên wek ‘‘dê Kurdistan ji DAÎŞ-ê re bibe gor’ hatin avetin. Ji aliyên din ve berî ku Demirtaş were qadê û derkeve ser dike, ji bo xebatên kampanyaya hilbijartinê ji gel piştgirî, alîkarî hat xwestin. Wek kut ê zanîn kampanyaya serokkomariyê bi bexşandina tê lidarxistin.
Selahhatin Demirtaş, di nav çoşeke mezin derket ser dike û gel silav kir. Di heman demê de ji bo piştgiriya Demirtaş, hevseroka şaredariya bajarê mezin a Diyarbekir, Gultan Kışanak, parlamenterên HDP-ê, hevserokê DBP-ê jî derketin ser dike. Demirtaş di axaftina xwe de bi piranî li ser siyaseta serokwezîr û yek ji namzetê din ê serokkomariyê Recep Tayyip Erdoğan sekînî û rexnê xwe bilêv kirin. Demirtaş got ku tişta ku îro li Tirkiyê ye ne demokrasî ye û dê demokrasî bi ‘prensîbên jiyana nû’ were ava kirin û ji bo vê yekê jî ji gel xwest ku rayê xwe bidin wî û wiha pê de çû;
“Azadî wek ku tû dibeje nabe, biratî wek ku tu dibeje nabe. Ev bi banga me yî jiyana nû dê were avakirin… Biratî, bi hemû gelên ku beyî zilma devletê bi zimanê xweyî zikmakî, bi çanda xwe bikaribin xwe îfade bikin ava dibe”.
Demirtaş got ku Erdoğan tê vir û dibeje ku wî gedexebûna li ser zimanê Kurdî qedandiye û mirov êdî dikarin azad bi zimanê xwe biaxivin. Tiştê ku Erdoğan dibeje rastiya wan ev e; zindanên nû çê dike û dibeje hûn dikarin bi zimanê xwe di van zindanan de biaxivin, TRT 6 diveke û her roj bi kurdî propagandaya Erdoğan dike û dibeje kum in ev maf dane ve yanî min ev maf bexşî we kirine. Demirtaş wiha axivî;’
“Yanî dibeje ku ev maf we ne bi tekoşînê sitandine, lê min dane we, ku ez tune ba dê we çi zimn bidîta. Me Kenan Evren ji vir şîyand. Tû wan rojan nizane ji ber ku wan rojan sîyaseta kut û di nav de bi Kenan Evren re dimeşiya. Berxwedana esasî gelên bindest dan, berxwedana esasî di zindana Diyarbekir a ku ji vir dû kîlometre dûr e hat nîşan dan”.
Demirtaş di axaftina xwe de got ku ‘Îro em di asteke dîrokî de ne. Di 90 saliya dîroka komarê de cara pêşî ye ku gel digijin hev du, ne tenê li Diyarbekir lê li İzmÎrê, li Rizeyê,li Edirneyê gel destê hevdu. Ger em gelên bindest dest bidin hevdû tû pirsgirekek ku em nikaribin çareser bikin dê tune be. Ev yek îro behtir tê fam kirin”.
Demirtaş bilêv kir ku dê ev bi projeya xweyî ‘jiyana nû’ din av gelan de bratiyê ava bikin, di jiyana nû de, hemû gel bi zimanê xwe, bi çanda xwe û bi baweriyên xwe dê azad bin. Devlet dê bibe devleta hemû kesan. Demirtaş bang li gel kir ku ji bo vê yekê dive ew dengê xwe bidin kesê rast. Li cihê rast mohra xwe lê bixin.
Demirtaş di axaftina xwe de li ser DAÎŞ û kirinên wê jî sekinî û got ku Qetar, Suudî û Tirkiye ev dû sal in piştgirî û alikariya El-Nusra, El-Kaide û DAÎŞ-ê dikin û ev yek her çiqasî bê derevkirin jî raste û her kes jî pê dizane. Demirtaş got ku îro ev hêzên barbar li Şengal, Kobanê li ser navê îslamê qetlîma dikin, ser jê dikin û li dû xwe bi dehan, sedan kuştiya dihelin û pêşve diçin û bang li gel kir ku li her derî li himber barbariya DAÎŞ-ê dibe rabin ser piya û berxwebidin. Piştî axaftinan xwe Demirtaş spasiya xwe ji gel re kir û ji wan xwest ku roja yekşemê herin dengên xwe bidin û li sandoqan xwedî derkevin. Mitîng wek ku destpêkir bi coşeke mezin qediya.
Li Tirkiyê ev cara yekem e ku serokkomar dê bi hilbijartina gel were diyar kirin. Di van hilbijartina de siyasetmedarê Kurd û hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahhatin Demirtaş jî namzet e. Selahhatin Demirtaş dê mitînga xweyî dawî ya derbarê kampanyaya hilbijartina serokkomariyê de îro li İzmîrê lidarbixe.
Basnews
