Obama: Kurdistan bûye modêleke aramî û pêkvejiyanê û hêjayî bergiriyê ye
Ev gotinên Barack Obama di hevdîtineke rojnamevanî de ligel goşenivî navdar ê rojnameya NewYork Times, Tomas Fredman hatin, di demkê de ku balafirên Amerîka dest bi topbaran kirina çekdarên DAIŞê kiribûn, ku di xwestin ber bi paytexta kurdistanê, Hewlêrê ve pêşbikevin.
Obama di vê hevdîtinê de got: “Herêma Kurdistanê bi awayê ku em hez dikin bibînin pêşketiye. Lêborîna hember mezhebên din û olên din heye di astekî de ku em dixwazin li cihên din bibînin. Lewma em dibînin ku divê em pişrast bin ku ew navçe parastî bimîne.”
Barack Obama diyar kir jî ku, Kurd ji hemû pêkhatên din baştir sûd ji wê azadiyê dîtine ku hêzên Amerîka bi hilweşana rejîma Seddam bi wekhevî bo hemû iraqiyan peyda kir, herwiha dibêje ku niha top li yarîgeha iraqiyane heta mala xwe bi hev re ava bikin.
“Em nikarin tiştekî ji wan re bikin ku ew bixwe naxwazin ji xwe re bikin. Artêşa me wiha bihêze ku eger em hemû karînin xwe bikar bînin, emê karibin aramiyê bi heyameke demkî bixine ser arîşeyan. Lê ji bo civakekê ku bixawze het demek dirêj ev aramî bimîne, divê xelik bi xwe biryar bide ku çawa dixwazin bi hev re bijîn.”
Serokê Amerîka roja pêncşema borî, ferman da hzêzên azmanî yên welatê xwe da 2 operasyonan li bakurê Iraqê encam bidin. Yekem, êrîş bikin ser wan çekdarên DAIŞê yên ku dixwazin ji Hewlêrê nêzîk bibin. Duyem, wan derbedrên kurdên êzîdî rizgar bikin ku li ser Çiyayê Şingalê bêy av û bêy xwarin asê mane, ji ber ku li bin çiyê çekdarên DAIŞê hebûn.
Duh, 8ê tebaxê, yekem roj bû ku Barack Obama operasyonên azmanî bo parastina Kurdan encam dan û bû serokekî bê wêne di nav Partiya Demokratîxwazan de, heta astekî ku dibe ev biryar wiha bike ku di dîrokê de wek dostê Kurd, bê naskirin.
Rudaw
