• Sunday, 15 February 2026
logo

15 hezar ji koçberên Çiyayê Şingalê derbasî Rojava bûn

Gulan Media August 8, 2014 Nûçe
15 hezar ji koçberên Çiyayê Şingalê derbasî Rojava bûn
Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê Ferhad Hamo ragihand ku zêdetirî 15 hezar koçberên ku ev 6 roj bûn li çiyayê Şingalê asê mabûn, derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn.

Peymanêrê Rûdawê got ku, ew koçber niha li kampa Newroz li bakurê bajarê Dêrikê hatine bicîkirin û gelek ji wan xwe amade dikin ji bo ku di rêya deriyê Sêmalka re car din vegerin Başûrê Kurdistanê.

Ew koçberên ku piraniya wan zarok, pîrejin û pîremerên, bi otombîl û kamyonan ji ser sînorê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de bo kampa Newrozê hatine veguhestin.

Bi gotina peyamnêrê Rûdawê, pêla veguhestina koçberan ji çiyayê Şingalê ber bi kampa Newrozê ve heta amadekirina vê nûçeyê jî berdewam dike û xelkên Rojavayê Kurdistanê bi hemû karînên xwe alîkariya wan dikin.

Derbarê rewşa wan koçberan de, peyamnêrê Rûdawê bal kişand ku wek ew koçber bi xwe dibêjin, ew heta vê gavê jî bawer nakin ku ew ji mirinê rizgar bûne.

Kampa Newroz li bakurê bajarê Dêrikê li ser rêya Eyndîwerê dikeve.

Rudaw
Top