• Sunday, 15 February 2026
logo

Hollande bo Barzanî: Em ji alîkariyê re amade ne

Gulan Media August 8, 2014 Nûçe
Hollande bo Barzanî: Em ji alîkariyê re amade ne
Serokkomarê Fransayê François Hollande, ragehand ku destpêkê Kurd amade ne alîkariya hemû hêzan bikin yên ku li dijî çekdarên Dewleta Îslamî ya İraq û Şamê (DAİŞ) şer dikin.

Li gor daxwiyaniya ku ji aliyê Serokkomartiya Fransayê ve hatiye dayîn, Serokkomarê Fransayê François Holande derbarê rewşa dawî ya navçeyê û êrîşên DAİŞ’ê de bi telefonê ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî axifî.

Di daxwiyaniyê de wiha tê gotin; ‘’Fransa amade ye alîkariya wan hemû hêzan bike yên ku şerê çekdarên Dewleta Îslamî ya İraq û Şamê (DAİŞ) dikin.’‘ Li gor daxwiyaniyê, Serokkomarê Fransayê François Hollande got: ’‘Fransa amade ye hevkariya Herêma Kurdistanê bike ku şerê DAİŞ’ê dike û di asta navneteweyî de jî dê li ser hewldanên xwe berdewam be bo alîkarîkirana hevwelatiyên sivîl ku ji ber DAİŞ’ê ji cih û warên xwe koçber bûne.’‘

Li gor daxwiyaniya Serokkomariyê, di peywendiya telefonê ya Barzanî û Hollande de, Fransayê nêta xwe ya hevkarîkirinê pêşan da bo rawestandina êrîşên Dewleta Îslamî ya İraq û Şamê li rojhilatê bakurê İraqê. Herwiha di daxwiyaniyê de tê gotin ku zilma ji aliyê DAİŞ’ê ve li dijî Xirîstiyan û Êzdiyan tê kirin tawanekî gelekî mezin e.

Wezîrê Derve yê Fransayê jî îro li ser êrîşên DAİŞ’ê li İraq û Herêma Kurdistanê bang li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku bi awayekî lezgîn bicive. Li ser daxwaza Fransayê îşev Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî dê li ser mijara DAİŞ’ê bicive.

Rudaw
Top