Bi serokatiya Erdogan civîna ‘Iraq’ê
Enqere, bûyerên li Iraq û Başûrê Kurdistanê bi baldarî dişopîne.
Li gorî nûçeyên medyaya tirkî, li Enqereyê derenegî şevê civînek hat pêkanîn. Civînê dora 01.00ê dest pê kir û teqrîben saete û nîvê dewam kir.
Di civîna bi serokatiya Serokwezîr Erdogan pêkhatî de, Serokê Artêşa Tirkiyeyê Necdet Ozel, Serokê Artêşê yê 2. Yaşar Guler, Serokê Giştî yê Hêzên Cenderme Servet Yoruk, Wezîrê Derve Ahmet Davutoglu, Musteşarê Serokwezîriyê Fahri Kasirga û Musteşarê MITê Hakan Fidan beşdar bû.
Li gorî nûçeyan, civîna di Avahiya Fermî ya Serokwezîriyê de pêkhatî de “pêşveçûnên di Iraqa bin metirsiya DAIŞê de, nexweştiyên li ser sînor û tedbîrên ewlehiyê” hatin axaftin.
Mijarên mudaxaleya leşkerî, alîkariya bi helîkopteran bo Şingalê bê birin jî di civînê de hat axaftin.
Li Enqereyê duhî jî civîneke surprîz çêbûbû. Di civîna li wezareta derve de pêkhatî de Ahmet Davutoglu, Hakan Fidan, Servet Yoruk û Hulusi Akar cih girtibû.
Hat zanîn ku di vê civînê de pêşveçûna DAIŞê ya li Iraq û Başûrê Kurdistanê hatiye axaftin.
Rudaw
