Amerîka û civaka navdewletî garantiya parastina Kurdistanê didin
Li gor zaniyariyên ku ji Washingtonê bi dest Tora Medyayî ya Rûdawê ketîn, DYA biryar daye Herêma Kurdistanê biparêze û di çend demjimêrên pêş de xelkê Kurdistanê dê hemû corên alîkariya mirovî û leşkerî ya Amerîka bibînin.
Li gorî wan çavkaniyên ku ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivîn, civaka navdewletî bi awayekî cidî li ser rewşa Kurdistanê û şerê rêxistina radîkal a bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) li dijî Başûrê Kurdistanê radiwestin. Hevdîtin di navbera welatan de li ser çawaniya parastina Başûrê Kurdistanê li hemberî êrîşên DAIŞê hene.
Her li gorî wan çavkaniyan, Amerîka ji desthilatdarên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê re ragihandiye ku asayişa Herêma Kurdistanê xeteke sor e li cem DYA û bi her awayî Kurdistanê diparêzin.
Ji aliyek din ve, welatên Ewropî di peywendiyeke berdewam de ne ku li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo pêşkêşkirina alîkariyê ji xelkê Kurdistanê re. Her di vê çarçoveyê de îro alîkariyên mirovî yên xwarin û avê ji aliyê hikûmeta DYA ve dê bigihin wan kurdên êzîdî yên ku ev 5 rojin bêyî av û xwarin li Çiyayê Şingalê ne. Heta niha 60 zarok, pîrejin û pîremêr ji birçîbûnê jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî axaftina şîrovekarên siyasî, alîkariya Amerîka û civaka navdewletî li gel Herêma Kurdistanê, girîngiya Herêma Kurdistanê bo civaka navdewletî û DYA bi taybetî dide xuyakirin.
Herwiha DYA teqez li ser wê yekê dike ku, pêwîst e Hêzên Pêşmerge vegerin wan hemû cihên ku berê lê bûn. Bo wê mebestê jî DYA bi her awayî alîkariya Hêzên Pêşmerge dike.
