‘‘Hîç hêzek nikare hikûmeta Kurdistanê jinav bibe’‘
Di peyama Kosret Resûl de wiha tê gotin: ‘’Ji vî alî û wî aliî hinek îdîayên nerast di nav xelkê de belav bûne, bi vêna jî tirs li ba xelkê çêbûye û beşek ji wan nîgeran in, em hemû hevwelatiyên xweragir û birûmet ên bajarê Hewlêr, Mexmûr, Dîbege û hemû bajar û bajarokên Kurdistanê agahdar dikin ku em li Hewlêrê ne û bi baştirîn awa berevaniyê li ax û niştimanê xwe dikin, Hêzên Pêşmerge jî bi moralekî polayî û gelek çek û teqemeniyên giran li cepheyên şer in.’‘
Kosret Resûl hevwelatiyên Kurdistanê ji wê yekê piştrast kirin ku tu hêzek nikare hikûmeta Kurdistanê jinav bibe û axaftina xwe wiha qedand: ‘’Loma em bi hemû awayekî wan propagandeyên nerast red dikin û divê xelkê Kurdistanê ji û propagandeyên wiha bawer nekin û em bi xwe ji nêzîk ve çavdêriya şer û cepheyên pêş ên şer dikin.’‘
Basnews
