• Sunday, 15 February 2026
logo

Bakurê Kurdistanê banga alîkariyê û yekitiyê kir

Gulan Media August 7, 2014 Nûçe
Bakurê Kurdistanê banga alîkariyê û yekitiyê kir
Li Bakurê Kurdistanê12 partî û rêxistinan îro li ser êrîşên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) daxuyaniyek hevpar dan û ev yek bi tundî şermezar kirin.

Li Amedê 12 partî û rêxistinan, derbarê êrîşên DAIŞê yên li dijî Başûr û Rojavayê Kurdistanê û rewşa kurdên êzidî de daxuyaniya çapemeniyê dan. Di daxuyaniyê de bal kişandin ser amadekariya Rêvebirya Herêma Kurdistanê û ev êrîş weke sedema vê yekê nîşan dan.

Herwiha bang li hemû rêxistin û dezgehên kurd ên Bakurê Kurdistanê kirin ku li hemberî vê yekê helwestê nîşan bidin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Îro çawa ku hevkêşa siyaseta bêkurd ya li Rojhilatanavîn nayê damezirandin, her wisa jî di serî de perçeyên welatê me yên başûr û rojavayên Kurdistanê û gelê me di pêvajoyeke azadiya niştimaniyê de ye. Amedekariya serxwebûnê ya hukûmeta Başûrê Kurdistanê, hewldanên bidestxistin û pêşvebirina Rojavayê Kurdistanê, xîretên nûjenkirina tekoşîna Rojhilatê Kurdistanê, têkoşîna li ser azadbûna niştimaniya Bakurê Kurdistanê, pêngavên sereke yên geşedan û bûyerên nû ne.”

Di daxuyaniyê de destnîşanî 3 xalên girîng hat kirin:

1- Pêşî me li ser stratejiya mayînde ya tifaqa netewî ya Bakurê Kurdistanê hevdîtin pêk anîn. Pêvajoya diyalog û hevdîtinan di dîroka 25.08.2014an de dê bê domkirin.
2- Di vê pêvajoya hesas de ku ji bo gelê me derfet û xetereyên mezin dihundurîne; pêşî em bangî hemû partiyên siyasî, rêxistin û şexsiyetan dikin ku li hember raya giştî gotinên kêmxistin, biçûkxistinê nekin û kesî nekin bin tohmeta îxanetê.
3- Em êrîşen DAÎŞê ku duh li ser Rojavayê Kurdistanê îro jî li ser Başûrê Kurdistanê ne, lanet dikin. Em di wê bawerî û hêviyê de ne ku êrîşên DAÎŞê di demeke kin de dê bên şikestin.

Daxuyaniyê de banga alîkariyê bo kurdên êzidî hat kirin û hat xwestin ku li dijî êrîşên DAIŞê yên li du perçeyên Kurdistanê, hemû kurd bibin yek.

Partî û rêxistinên daxuyanî dayîn ev in:

Înîsiyatîfa AZADÎ
Partiya Heremên Demokratîk (PHD)
Komeleya Kurd ya Şoreşgera Demokrat (KKŞD)
Kongreya Civaka Demokrat (KCD)
Partiya Beşdarvanên Demokrat (KADEP)
Platforma Demokratên Kurd (PDK)
Partiya Demokrat a Kurdistanê – Tirkiye (PDK-T)
Hewldana Partiya Kurdistanê (Hewldan - HPK)
Med Zehra
Nûbihar
Platforma Oze donuş
Partiya Azadî û Sosyalîzmê (PAS)

Rudaw
Top