• Sunday, 15 February 2026
logo

Giwêr ji çekdarên DAİŞ’ê hat paqijkirin

Gulan Media August 6, 2014 Nûçe
Giwêr ji çekdarên DAİŞ’ê hat paqijkirin
Hat ragehandin ku nehya Giwêr a ser bi qezaya Mexmûr ji aliyê hêza taybet a Pêşmergeyan ve ku bi fermana Barzanî çûbû, ji çekdarên DAİŞ’ê hat paqijkirin.

Di vê derbarê de çavkaniyekê ji hêza taybet a artêşa Barzan ku çûbûn Giwêr, ji BasNewsê re got: ‘’Navçeya Giwêr bi tevahî ji çekdarên DAİŞ’ê hat paqijkirin û Hêzên Pêşmerge li navçeyê dimînin.’‘

Bi fermana Serokê Herêma Kurdistanê ku hevdem fermandeyê Hêzên Çekdar ên Kurdistanê ye, vê êvarê hêzeke taybet çû gundê Kuşaf ku nêzîkê nehya Giwêr e û di demeke kurt de Giwêr ji çekdarên DAİŞ’ê paqij kirin.

Nehya Giwêr ser bi qezaya Mexmûr e û 45 kîlometre dikeve rojavayê bajarê Hewlêrê, di warê îdarî de wek gelek navçeyên din ser bi bajarê Mûsilê ye. Di sala 1996’ê de bi biryareke rejîma Sedam ji ser Hewlêrê hat derxistin û bi Mûsilê ve hat girêdan.

Basnews
Top