• Sunday, 15 February 2026
logo

‘‘Divê hevwelatî ji propagandeya dijmin bawer nekin’‘

Gulan Media August 6, 2014 Nûçe
‘‘Divê hevwelatî ji propagandeya dijmin bawer nekin’‘
Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê daxwaz ji xelkê Kurdistanê kir ku moralê wan hertim bilind be û ji propagandeyên dijminên gelê Kurdistanê bawer nekin.

Derbarê rewşa dawî de Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê daxwiyaniyek da û daxwaz ji xelkê Kurdistanê kir ku moralê wan bilind be û ji propagandeyên gelê Kurd û Kurdistanê bawer nekin.

Di daxwiyaniyê de wiha tê gotin: ‘’Niha ku Kurdistan ketiye ber êrîşa terorîstan û bi awayekî jî berevaniyê li xwe dike, pişt bi Xwedayê mezin, hîmet û xweragiriya xelkê Kurdistanê û canfedayiya Pêşmergeyên qehreman dijmin û dilnexwaz tên şikandin û serkeftin bo gelê Kurdistanê ye.’‘

Wezareta Navxwe ya Kurdistanê daxwaz ji hevwelatiyan kir ku moralê wan bilind be û xweragir bin. Daxwiyanî wiha berdewam dike: ‘’Li piraniya cepheyên şer derbeyên dijwar li çekdarên DAİŞ’ê hatine xistin û şikestine. Em hevwelatiyên birêz piştrast dikin ku dijmin lawaz e, bêhêz e û ew hêza wan niye ku gefê li bajarê Kurdistanê bixwin.’‘

Daxwiyaniya wezaretê wiha bi dawî dibe: ‘’Divê baweriya me hemûyan bi xwe, Hêzên Pêşmerge û Hêzên Asayîşa Kurdistanê hebe û kes guhê xwe nede propagande û şerê derûnî yê dijmin û bêguman serkeftin gelekî nêzîk e.’‘

Basnews
Top