Ocalan: Divê Kurd li dijî DAIŞ bi helwesta neteweyî tevbigerin
Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê PKK Abdulah Ocalan ku li girava Îmraliyê zîndan kiriye, ragihandiye ku divê Kurd di bi helwesta neteweyî û bi hevpar li dijî êrişên DAIŞ`ê tevbigerin.
Abdulah Ocalan bi parêzerê xwe Mazlum Dînç re hevdîtin pêk anî û hate zanîn ku Ocalan di hevdîtinaê de balkişand ser êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Şengalê.
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi wasiyê xwe Mazlum Dînç re hevdîtin pêk anî û hate zanîn ku Ocalan di hevdîtinaê de balkişand ser êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Şengalê. Ocalan di hevdîtinê de gotiye: Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê berdewam dikin. Ketina Şengalê. Çeteyên DAIŞ'ê dixwazin bi destgirtina Şengal û Telaferê xetekê çêbikin û êrîşan li Rojava bikin.
Ocalan gotiye: "Divê hêzên kurd li Silêmanî û heya Til Koçerê bigire. Divê li vê xetê qadekê pêk bîne. Kurd divê di vê mijarê de bi helwesta neteweyî û bi hevpar tevbigerin. Divê li hember çeteyên DAIŞ'ê têkoşîneke hevpar bidin."
Her weha di hevdîtinê de Ocalan teqez li wê yekê kiriye ku, çeteyên DAIŞ'ê gefa pêşeroja demokratîk a gelê herêmê ya hevpar e û weha pêde çûye: "Divê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê tirkmen, suryanî, kurd-êzîd û derdorên din ên civakê têkoşînek hevpar bimeşînin."
Ocalan di hevdîtinê de cext kiriye ku çeteyên DAIŞ'ê li kuderê hebe divê li wir bêderxistin û wiha gotiye: "Divê gelê Rojava hemû jiyana xwe li gor şer plan bike. Çiqas bidome divê gel li gorî şer jiyana xwe plan bike. Divê bi awayekî asayî neyê jiyîn."
Xendan
