• Sunday, 15 February 2026
logo

KCK: Pêwîste hemû Kurd ji bo Şingalê bibin yek

Gulan Media August 5, 2014 Nûçe
KCK: Pêwîste hemû Kurd ji bo Şingalê bibin yek
Hevserokatiya rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) diyar kir ku, eger raman û baweriya wan çi dibe bila bibe, pêwîste hemû Kurd ji bo Şingalê bibin yek.

KCKê di daxuyaniyeke nivîskî de ku li ragihandinên ser bi PKKê belav bûye dest nîşan kir ku, pêwîste hemû hêzên kurdî yên her çar perçeyên Kurdistanê, ji bo hawarçûna bi Şingalê ve milê xwe bidin hev, û bi din diyar kirin ku, her êrîşek li dijî her herêmeke kurdan êrîşeke li dijî hemû kurdane.


Herwiha di daxuyaniyê de hat gotin, "Heta ku gelê Kurd van êrîşên rêxistina DAÎŞê li ser Şingalê ranewestînin û wan ji wê derê neavêjin, ew birîna ku li rûmeta wan bê kirin derman nebe."


Wek tê zanîn roja 2 tebaxê, çekdarên rêxstina DAÎŞê êrîşî herêmên Şingala Başûrê Kurdistanê kiribûn. Lê niha Hêzên Pêşmerge bi awayekî berçav bipêş dikevin bo kontrol kirina devera Şingalê bi temamî.

Rudaw
Top