• Sunday, 15 February 2026
logo

‘Zêdeyî 300 hezar Kurdên Êzdî koçber bûne’

Gulan Media August 5, 2014 Nûçe
‘Zêdeyî 300 hezar Kurdên Êzdî koçber bûne’
Parêzgarê Duhokê ji bo hevkarîkirina koçberan lijneyek pêkanî û du kamp jî bo koçberên Kurd ên Êzdî tên vekirin. Herwiha hat ragehandin ku di du rojên borî de ji sînorê Şengal û derdora wê 300 hezar hevwelatî koçberî Herêma Kurdistanê û navçeyên din bûne.



Berpirsekî Êzdiyan jî da zanîn ku ji ber nebûna xwarin û vexwarinê rewşa Êzdiyan xirab e û çendîn kes jî ji wan hatine kuştin û got: ‘’Em daxwazê ji aliyên peywendîdar dikin ku berî çekdarên DAİŞ’ê komkujiyekê bikin, bi hewara me ve werin.’‘



Hesen Hadî ku xelkê Şengalê ye û ji ber çekdarên DAİŞ’ê koçberî Herêma Kurdistanê bûye, derdê dilê xwe wiha anî ziman: ‘’Kurdên Êzdî di rewşeke xirab de dijîn û her roj xelkê Şengal û derdora wê ji navçeyê koç dikin, eger ne ji Pêşmergeyan bûya niha rewş gelekî xirabtir bû, lê dîsan jî em daxwaza hevkariya zêdetir dikin û divê aliyên peywendîdar bi hewara me ve werin.’‘



Kurdekî din ê Êzdî bi navê Newaf Meyser jî wiha axifî: ‘’Niha bi sedan Êzdî mil bi milê Hêzên Pêşmerge şerê çekdarên DAİŞ’ê dikin. Herwiha em daxwazê ji Serokê Herêma Kurdistanê dikin ku şekan bidin me da em biçin cepheyên şer û di demeke nêzîk de çekdarên DAİŞ’ê ji navçeyê derxînin.’‘



Ji aliyekî din ve Serokê Encûmena Parêzgeha Duhokê Fehîm Ebdulla da zanîn ku zêdeyî 40 hezar hevwelatiyên Êzdî koçberî Xankê û Şarya bûne û heta niha jî koçberbûna Kurdên Êzdî bo Herêma Kurdistanê berdewam e.



Fehîm Ebdulla got: ‘’Me wek parêzgeha Duhokê lijneyek pêkaniye bo hevkarîkirina koçberan û Dezgeha Xêrxazî ya Barzanî jî kariye alîkariyê bighîne koçberan. Herwiha em daxwazê ji rêxistinên civaka sivîl û xêrxwaz dikin ku hevkariya koçberan bikin. Eger hejmara koçberan jî zêde bibe em ê du kampan ji wan re vekin û hemû koçberan li wir bicîh bikin.’‘



Derheqa koçberbûna Êzdiyan de, Rêveberê Karûbarê Êzdiyan li Wezareta Ewqafê ya Kurdistanê Hadî Dubanî jî wiha axifî: ‘’Heta niha zêdeyî 300 hezar kes ji xelkê Şengal û derdora wê koçberî Herêma Kurdistanê û navçeyên din bûne, hatin jî berdewam e. Herwiha zêdeyî 20 hezar hevwelatiyên Êzdî li çiyayê Şengalê vehewiyane û çendîn zarok û pîran jî canê xwe ji dest dane. Lewra eger çareseriyek ji van hevwelatiyan re neyê dîtin karesateke însanî çêdibe.’‘

Basnews
Top