• Sunday, 15 February 2026
logo

Çekdarên DAIŞê cilên kurdî li xwe dikin

Gulan Media August 5, 2014 Nûçe
Çekdarên DAIŞê cilên kurdî li xwe dikin
Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li Şingalê li pêş in, lê belê li navçeyekî ne di kontrola wan de çekdarên DAIŞê bi cilên kurdî hatin dîtin.

Çavkaniyekî ji serbazan agahî standî, di eniya şerî de ji Rûdawê re got, “Şer berdewam e û heta niha Şingal ne di bin kontrola me de ye.”

Wî çavkaniyi behsa hîleyekî ya çekdarên DAIŞê jî kir û got, “Çekdarên DAIŞê li Şingalê, cilên kurdî li xwe kirine û alaya Kurdistanê jî bi otomobîlên xwe ve kirine da ku weke pêşmergeyan xuya bibin.”

Li ser vê mijarê jî çavkaniyî behsa du hokariyan kir: “Ya yekem, çekdar dixwazin derbeke wisa li pêşmergeyan bidin û ku hemwelatî wan ji hev cuda nekin. Ya duyem jî, di wextê pêşmerge derbê li DAIŞê bide de, dikarin bi vî şeklî xwe veşêrin û neyên girtin.”

Li gorî agahiyên Rûdawê bidest xistî, ji gelek aliyan ve hêzên pêşmeregeyan bi hejmareke gelek, êrişê dike. Heta niha tenê karine herin nav çiyayê wê navçeyê lê belê nekarîne bi temamî bajarî vegirin.

Rudaw
Top