• Sunday, 15 February 2026
logo

Barzanî çend fermandeyên leşkerî ceza dike

Gulan Media August 5, 2014 Nûçe
Barzanî çend fermandeyên leşkerî ceza dike
Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandeyê Hêzên Çekdar ên Kurdistanê Mesûd Barzanî, biryar da ku çend fermandeyên Hêzên Pêşmerge ceza bike ku bûn sedema şikestina Şengalê û valakirina çeperên wê navçeyê bê şer û berevanîkirinê.

Li gor zanyariyên BasNewsê, Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandeyê Hêzên Çekdar ên Kurdistanê Mesûd Barzanî, biryar daye ku lêkolîn ligel fermandeyên hêzên Sipîlk, Helgurd, Duhok û beşeke Zêrevanî were kirin, ku bêyî hîç berevaniyekê navçeyên Şengal û Zumar vala kirin. Barzanî di hevdîtina doh a ligel Babe Şêx ê Êzdiyan jî tekez kir ku kesên xemsarî kiribin tê lêpirsîn ligel wan bê kirin.

Derbarê mijarê de çavkaniyekê ji BasNewsê re got: ‘’Destpêkê DAİŞ’ê bi hêzeke kêm êrîş kir, lê ji ber wan fermandeyan şer nekir û reva hinekan ji wan bo nav axa Sûriyê, çekdarên DAİŞ’ê bi vêna hesiyan û bi hêzeke zêde pêşketin, fermandeyên wan hêzan jî berî Pêşmergeyan senger vala kirin loma evna bû cihê bêzarî û nîgeraniya Barzanî.’‘

Fermandeyê Hêza Êzdiyan Qasim Şeşo, ku wan ew hêz di nav xwe de pêkanîne bo rûbirûbûna çekdarên DAİŞ’ê, ji çiyayê Şengalê bi rêya telefonê ji BasNewsê re got: ‘’Dema Pêşmerge ji qezayê vekişiyan, hîç şerek nebû û çekdarên DAİŞ’ê li derveyê qezayê bûn.

Basnews
Top