Amerîka şêwirmendên leşkerî li Başûrê Kurdistanê zêde dike
Li gor çavkaniyeke agahdar li DYA, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, hikûmeta DYAyê biryar daye ku hejmara şêwirmendên leşkerî li Kurdistanê, bo şera DAİŞê zêde bike.
DYA biryar jî daye ku guvaşên xwe li ser Nûrî Malikî zêde bike da hêzên azmanî yên Iraqê alîkariya Hêzên Pêşmerge bikin.
Herwiha DYA bi xwe jî dê alîkariya azmanî bide Pêşmerge, tevî ku dê çekan bide Pêşmerge û hinek çek jî di demeke gelek nêzîk de dê bigihînin Hêzên Pêşmerge yên li eniyên pêş.
Di heman demê de, li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, çend welatên Ewrûpî bi hikûmeta Herêma Kurdistanê re ketine pêywendiyê û amadeyiya xwe bo pêşkêş kirina alîkariyên leşkerî bo Hêzên Pêşmerge anîne ziman.
Herwiha dayîna alîkariyên mirovî bo penaberan in.
Rudaw
