• Sunday, 15 February 2026
logo

Hêzên Pêşmerge bajarokê Rebîeyê kontrol kirin

Gulan Media August 4, 2014 Nûçe
Hêzên Pêşmerge bajarokê Rebîeyê kontrol kirin
Hêzên Pêşmerge bajarokê Rebîyê ji bin destê çekdarên rêxistina radîkal a bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) derxistin û bi temamî kontrol kirin.

Rebîe ku dikeve rojavayê parêzgeha Neynewa û hevsînor e li gel Rojavayê Kurdistanê, duhî ji aliyê DAÎŞê ve hatibû girtin. Lê berî bîstekê Hêzên Pêşmerge karîn Rebîyê bi temamî bixin destê xwe.

Îro, Hêzên Pêşmerge her yek ji gundê Welîd yê ser bi bajarokê Rebîyê û gundê Wankê yê ser bi bajarokê Til Kêfê ve ji destê DAIŞê rizgar kirin.

Herwiha bajarokê Şingalê ji 3 aliyan ve dorpêç kirine û çekdarên DAIŞê ketine malên navenda bajarokê de û ji wê derê şerî dikin.

Rudaw
Top