DAÎŞ bajarokê Til Koçer topbaran dike
Rewangihê da zanîn ku di encama ketina wan gulletopan de, herî kêm 7 hemwelatî birîndar bûne.
Rewangiha Mafên Mirovan diyar kir ku topbarankirina bajarokê Til Koçer ku di jêr kontrola Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de ye ji bo demekê berdewam kiriye.
Rewangihê li ser zarê çalakvanên deverê veguhest ku hêzên Rêxistina Dewleta Îslamî li Îraq û Şamê (DAÎŞ) ji aliyê Îraqê ve bajarokê Til Koçer topbaran dikin.
Bajarokê Til Koçer ku li bakurê rojhilatê Herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê dikeve li ser sînorê Başûrê Kurdistanê li hember bajarokê Rebî`e ye û niha di jêr kontrola YPGê de ye.
Piştî pêşketina hêzên Dewleta Îslamî li Îraq û Şamê (DAÎŞ) li deverên Şingal, Zummar û Rebî`e her du aliyên sînorê deverê di nava aloziyên tund de ne.
Rudaw
