• Sunday, 15 February 2026
logo

Enwer Hacî Osman: Emê di demek nêzîk de mizgînîya serkevtinê bidin

Gulan Media August 4, 2014 Nûçe
Enwer Hacî Osman: Emê di demek nêzîk de mizgînîya serkevtinê bidin
Alîkarê Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê Enwer Hacî Osman ragihand, ku divê DAIŞ vî welatî biterikîne û wiha got: Emê di demek nêzîk de mizgînîya serkevtinê bidin gelê Kurdistanê.

Alîkarê Wezîrê Pêşmerge Enwer Hacî Osman li ser rewşa dawî ya şerê hêzên Pêşmerge û çekdarên rêxistina bi navê DAIŞê got, ku nexşe û pilanên me ji bo şikandina DAIŞê hene û em gelê Kurdistanê jî piştrast dikin, ku dê di demek nêzîk de emê DAIŞê bişkînin û emê ti carî nehêlin ew li vî welatî bimînin.


Enwer Hacî Osman herweha diyar kir, ku Pêşmerge niha bi danîna nexşe û pilanên şerê li dijî DAIŞê ve mijûl e û wiha got: Emê di demek nêzîk de mizgînîya serkevtina mezin bidin gelê Kurdistanê.


Rêveberê Ragihandina Wezareta Pêşmerge Helgord Hîkmet jî got, ku hêzên Pêşmerge li benda fermana Fermandarê Giştî yê Hêzên Pêşmerge Mesûd Barzanî ne, ku ji pozîsyona parastinê derbasî êrişê bibin.

Rûdaw
Top