Projeya damezrandina dewleta Kurdistanê
Hejmarek parlamenter, mamostayên zanîngehê û akademîsyen nexşe-rêyekê ji bo damezrandina dewleta Kurdistanê pêşkêşî serkirdayetiya Kurd dikin û li gor wê nexşe-rêyê Başûrê Kurdistanê di sala 2016’ê de dikare dewleta serbixwe rabighîne.
Di nexşe-rêyê de ku kopiyek ji BasNewsê re hatiye şandin wiha tê gotin: ‘’Niha zemînsaziyê ji bo vê armancê dest pê kiriye û divê partiyên siyasî nakokiyên xwe deynin aliyekî, zemînekê amade bikin daku di 100. salvegera Rêkeftinnameya Sykes Picot (16.05.2016) de ku nêzîka 20 mehan maye bighin dewleta serbixwe ya Kurdistanê û hemû karên bingehîn bên kirin ji bo di vê salvegerê de pêngava dawî ya serbixwebûnê bê avêtin.’‘
Yekem: Kongreyeke bilez a berfireh bê girêdan, berî dawiya sala 2014’ê, bi beşdarbûna hejmarek yasanasên bi ezmûn, nûnerên hêzên siyasî, zanayên olî, bîrmend û rewşenbîr, nûnerên fraksyonên parlamentoyê û nûnerê hikûmeta Hêrêma Kurdistanê bo diyarkirina pêngavên wan herdu salên dahatû, herwiha di bin çavdêriya Parlamentoya Kurdistanê de be ku merce’ê siyasî yê xelkê Kurdistanê ye.
Duyem: Bilez lijneyek ji wergêrên xwedan şiyan were pêkanîn bo wergerandina hemû belgenameyên taybet bi wan karesatên ku hatine serê Kurdan piştî rêkeftinnameya Sykes Picot, bo ser zimanê Erebî, İngilîzî, Farisî û Tirkî. Bi taybetî wergerandina van dosyayên jêrê:
a- Proseya jinavbirina nasnameya Kurdî.
b- Têkdana demografya û cografya îdarî ya Kurdistanê.
c- Veguhestina bi zorê ya Kurdan bo derveyê sînorê wan û belavkirina wan.
d- Proseya komkujiya Enfalê.
e- Kîmyabarana Helebce û navçeyên din ên Kurdistanê.
f- Lîsteya qurbaniyên bi destê rejîman, şehîd û qurbaniyên din.
g- Tomarkirina navê qeza, nehye û gundên hatine veguhestin û kavilkirin.
Sêyem: Divê piştî wergerandin û amadekirina van dokumentan, bilez û bê paşketin îsal bi rêya Parlamentoya Kurdistanê, yan jî nûnertiya Hikûmeta Kurdistanê ew belgenameyên ku hatine amadekirin ji van cihên xwarê re bên şandin:
a- Sekreterê Giştê yê Neteweyên Yekbûyî.
b- Parlamentoya Yelîtiya Ewropayê.
c- Kongresa Amerîka.
d- Parlamentoya Brîtanya û hinek parlamentoyên din ên Rojava.
e- Parlamentoya Rûsya, Çîn û htd.
f- Parlamentoya Tirkiye û Îranê.
g- Kongreya Îslamî.
h- Komkara Erebî.
i- Rêxistin û Komeleyên Mafên Mirov.
Çarem: Divê piştî ku ew belgename gehiştin wan cihên jêre hatine şandin, kampanya û tevgereke dîplomatîk were destpêkirin li ser asta fermî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê û bi beşdarbûna kesayetiyên siyasî, rêxistin û yasanasan, daku serdana navendên Erebî, Îslamî, welatên Ewropî, bi taybetî navendên ku bandora wan li ser endamên Encûmena Asayîşê heye bikin, bo çêkirina lobiyekê daku piştîvaniya Kurd û vê dosyayê bikin. Herwiha şirovekirina rasteras a wan belgenameyan û gehandina daxwazên gelê Kurdistanê û guhertinên dawî yên navçeyê bo cihên mebest.
Pêncem: Pêwist e piştî wê kongreyê plab bo kampanyayeke hişyarkirina civakê li navxwe û derveyê Herêma Kurdistanê were destpêkirin, bi mercê ku hêzên siyasî, rêxistin û medya li ser yekgirtî bin. Tekez li ser mafê hevwelatiyên Kurd bê kirin di diyarkirina ‘çarenivîsê’ de wek mafekî însanî, olî, destûrî û îtîrafpêkirî ku di rêkeftinnameyên cîhanî de heye.
Şeşem: Em maqûl dibînin ku di behara 2015’ê de wate salek berî 100. salvegera Sykes Picot referandûmeke giştî were kirin daku hevwelatiyên Başûrê Kurdistanê li ser mafê xwe yê çarenivîsê raya xwe bidin.
Heftem: Divê yek ji biryarên wê kongreya ku me behs kir, danîna ‘Lijneyeke Yasayî’ be bo gotûbêjkirina hemû biryarname û rêkeftinnameyên cîhanî, çi ewên ku qala Kurdan di wan de tê girtin, an ên peywendîdar in, wek peymannameyên Siver, Lozan, Kahîre û.. htd, bi mebesta rakişandina piştgiriyê bo hewldanên dîplomatîk û dewlemendkirina kar û çalakî û ajendeya nûnertiyan.
Heştem: Divê planeke hûr û stratejîk hebe bo zêdetir nîzamîkirina Hêzên Pêşmerge, yekgirtina hemû lîwayan, vekirina dewreyên hişyariyê û danîna plana perwerdekirina leşkerî bi awayekî baş. Eger pêwist jî kir maqûl e ku bîr li damezrandina çend lîwayên nû bê kirin, daxwaz ji hêzên siyasî û hevwelatiyan bê kirin ku beşdar bin.
Nehem: Zemînsazî bo têgehiştineke hevbeş bê kirin di warê rêkeftinnameyeke ewlekariyê de, li ser asta welatên cîran û navçeyê, yan jî li ser asta navdewletî.
Dehem: Gelekî pêwist e ku hikûmeta Kurdistanê planeke baş deyne bo komkirina budceyeke yedek a taybet bo propaganda û kampanya du salên dahatû û egera her pêşhateke neçaverêkirî.
Yazdeh: Divê bilez hinek maddeyên peywendîdar ên reşnivîsa destûra Herêma Kurdistanê - li gor daxwazên nû yên xelkê Kurdistanê - bên serrastkirin û berî bidawîbûna sala 2015’ê bikevin dengdanê.
Duwazdeh: Pêkanîna lijneyeke pispor bo diyarkirina sînorê Başûrê Kurdistanê, li wan beşan ku di destûra İraqê de wek navçeyên cihê nakokiyê tê qalkirin, di vî warî de jî pişt bi belgename û dokumentên dîrokî bê girêdan.
Sêzdeh: Beşdarkirina nûnerên netewe û olên din ên daniştvanên Kurdistanê di lijne û mekanîzmayên peywendîdar de, daku piştrast bikin mafên wan dê di destûra Kurdistanê de bên parastin.
Çardeh: Divê hikûmeta Kurdistanê budce û planeke taybet deyne bo îdareya navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya herêmê, bi taybetî di warê karên xizmetguzarî, temînkirina meaşê fermanberan û Hêzên Pêşmerge yên navçeyê de.
Pazdeh: Serrastkirina bendên yasayî taybet bi hejmara endamên parlamentoyê û zêdekirina hejmarê, bi awayekî ku hilbijartineke baş bo navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya herêmê bê kirin û sala 2015’ê derbas neke. Daku wek nûnerên navçeyê danûstandin ligel wan were kirin.
Şazdeh: Serrastkirina yasaya petrol û gazê ya Herêma Kurdistanê, li gor guhertin û pêdiviyên nû yên Herêma Kurdistanê, di şeş mehên dahatû de.
Hivdeh: Danîna lijneyeke yasayî ya bilind bo kampanyayeke taybet bi gotûbêja ligel aliyên siyasî, merce’ û kesayetiyên İraqî, bi armanca çêkirina lobiyeke piştîvaniya navxwe û kêmkirina astengên li ber pêngavên projeyê.
Navê kesên ku proje dariştine:
1- Omer Ebdulezîz
2- Dr. Enwer Mihemed Ferec Mehmûd
3- Dr. Kenan Heme Xerîb Ebdullah
4- Dr. Kerîm Mehmûd
5- Bêxal Ebubekir
6- Abid Elîslam Medenî
7- Dr. Rêbwar Kerim Mahmûd
8- Aram Qadir
9- Hemid Muhammed Eli
10- Muhsin Cuwamêr
11- Dr. Yehya Omer Reşawi
12- Yadigar Fayik
13- Ata Muhammed
Basnews
