Du Kurdên din ji aliyê Pasdarên Îranê ve hatin kuştin
Pasdarên Komara Îslamî ya Îranê li ser sînor teqe li hejmarek kasibkarên Kurd ên ser bi ola Yarsan kirin û di encam de kasibkarek hat kuştin û yek jî birîndar bû. Hefteya borî jî ciwanekî Kurd bi navê Husên li Selmasa Bawecanî bi destê pasdarên Îranê hatibû kuştin.
Ji ber bêkarî û hejariyê li piraniya navçeyên Rojhilatê Kurdistanê, piraniya ciwan û zilamên wan navçeyan li ser sînorê navbera Rojhilat û Herêma Kurdistanê ji xwe re kasibkariyê dikin û salane çendîn kes ji wan ji aliyê Hêzên Îranê ve tên kuştin û birîndar kirin.
Basnews
