Hêzên Pêşmerge ji Zumar û Keskîn vekişiyan
Duh piştî nîvro şerê di navbera Hêzên Pêşmreg û çekdarên DAİŞ’ê li aliyekî û bombardimankirina cih ê pêgehên çekdarên DAİŞ’ê ji aliyê firokeyên şer ên İraqê ve dest pê kir û berdewam e.
Li gor agahiyên hatine bidestxistin, di wan şer û pevçûnan de Pêşmergeyek hatiye şehîdkirin û 10 jî birîndar bûne. Hat zanîn ku şehîd û birîndar bo nexweşxaneyên Zaxoyê hatine veguhestin.
Tê îdîakirin ku çekdarên Dewleta Îslamî ya İraq û Şamê (DAİŞ) serbazgeha Keskîn kontrol kirine û firokeyên şer ên İraqê jî navçeyê bombardiman dikin. Lê derheqa kuştiyên DAİŞ’ê de tu agahî nehatine belavkirin û tê gotin ku gelek ji wan hatine kuştin.
Basnews
