• Saturday, 14 February 2026
logo

Hêzên Pêşmerge li Celewlayê derbek giran li DAIŞê dan

Gulan Media August 3, 2014 Nûçe
Hêzên Pêşmerge li Celewlayê derbek giran li DAIŞê dan
Li bajarokê Celewla yê parêzgeha Diyale ya Iraqê, hêzên Pêşmerge êrişeke çekdarên rêxistina îslamî ya bi navê DAIŞê têk didin û vala derdixin.

Saet 8ê îşev çekdarên DAIŞê li taxên Tecnîd û Wehde yên bajarokê Celewlayê êrişî hêzên Pêşmerge kirin ji ber wê jî şerekî giran derket û du saetan ajot.

Li gorî agahiyên peyamnêrê Rûdawê, di wî şerî de tiştek bi ti pêşmergeyekî nehatiye lê kuştî û birîndarên DAIŞê jî nayên zanîn.

Beşek ji bajarokê Celewlayê di bin destê hêzên Pêşmerge de ye û beşek jî di bin destê DAIŞê de ye ji ber wê jî gellek caran li wir şer derdikeve.

Êrişa îşev a DAIŞê ji bo girtina wan du taxan bû ku ev demek e hewla vê yeê dide lê her dem rastî bersiva tund a hêzên Pêşmerge tê.

Rudaw
Top