• Saturday, 14 February 2026
logo

Li devera Zûmarê ya Mûsilê 13 pêşmerge şehîd bûn

Gulan Media August 2, 2014 Nûçe
Li devera Zûmarê ya Mûsilê 13 pêşmerge şehîd bûn
Li devera Zûmarê ya girêdayî parêzgeha Mûsilê, di şerê navbera hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de 13 pêşmerge şehîd bûn.

Jêderekî ji fewca 2 a lîwaya 8 a hêzên Pêşmerge ku parastina devera Zûmarê dikin, ji Rûdawê re got, îşev li gundê Xirabtînê li rojavayê Zûmarê di şerê DAIŞê de 13 pêşmerge şehîd bûn û yek jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên wî jêderî, hêzên pêşmerge îro danê sibê du girkên biçûk girtibûn lê DAIŞê dîsa ji wan stand lewma hêzên pêşmerge îşev xwestin wê derê bigirin lê di şer de ewqas pêşmerge şehîd bûn.

Wî jêderî da zanîn, lê di dawiyê de ew her du girkên biçûk dîsa ketin destê pêşmergeyan.

Rudaw
Top