• Saturday, 14 February 2026
logo

Li Zûmar 62 çekdarên DAİŞ’ê hatin kuştin

Gulan Media August 2, 2014 Nûçe
Li Zûmar 62 çekdarên DAİŞ’ê hatin kuştin
Di şerekî dijwar ê navbera hêzên Pêşmerge û çekdarên grûba radîkal a bi navê Dewleta Îslamî ya İraq û Şamê (DAİŞ) de li navçeya Zûmar a Mûsilê 62 çekdarên DAİŞ’ê hatin kuştin.

Di vê derbarê de Berpirsê Şiqa 17 ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Serbest Bapîrî ji BasNewsê re got: ‘’Di şerê doh ê navbera hêzên Pêşmerge û çekdarên DAİŞ’ê de, 62 terorîstên DAİŞ’ê hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn.’‘

Bapîrî wiha axifî: ‘’Çekdarên DAİŞ’ê xwestin pêşkevin lê ji aliyê Pêşmergeyan va hatin şikandin û paş de vekişiyan, lê car bi car teqekirin heye.’‘ Çavkaniyekê ji hêzên Pêşmerge jî eşkere kir ku di wî şerî de 11 Pêşmerge şehîd bûne.

Basnews
Top