Agirbesta Îsraîl û Hemasê 3 saetan ajot
Televîzyona Kanal-10 a Îsraîlê diyar kir ku Îsraîlê ji Neteweyên Yekbûyî (NY) re ragihand ku agirbest qedandiye.
Sekreterê Giştî yê NY Ban Kî-moon û Wezîrê Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) John Kerry diyar kiribûn ku Hemas û Îsraîlê ji bo agirbesta mirovahiyê ya ku dê 3 rojan bidome, li hev kirine.
Li gor daxuyaniyê, agirbestê îro di saet 08.00an de dest pê kiribû û hetanî 72 saetan jî dê bidomiya.
Hatibû gotin ku ev agirbest ji bo pêwîstiyên sivîlan gellek girîng e û bila her du alî jî li gor vê tevbigerin.
Êrîş û pevçûnên di navbera Îsraîlê û grubên filistînî de 25 roj in berdewam in.
Li ber vê hejmara miriyan li Xezeyê derkete nêzikî 1500 kesî ji filestîniyan her wiha 56 leşkerên Îsraîlî jî hatine kuştin.
Rudaw
