Du Kurd dxwazin artêşa İraqê ji nû ve ava bikin
Li gor malpera fermî ya serokatiya komara İraqê, doh di hevdîtinekê de Serokkomarê İraqê Fûad Mehsûm û Serokerkanê Artêşa İraqê General Babekir Zêbarî behsa pêkanîna artêşa İraqê kirine.
Di hevdîtinê de Serokkomar Fûad Mehsûm daxwaz kiriye ku artêşa İraqê li ser bingehê leşkerî, bi awayekî profesyonel û dûrî desttêwerdanên siyasî were pêkanîn. Herwiha tekez kiriye ku aramiya rewşa ewlekariyê di vê qonaxa niha de pişta xwe bi artêşa İraqê girêdide.
Basnews
