• Saturday, 14 February 2026
logo

Li Kobanî 35 çekdarên DAÎŞ’ê hatin kuştin

Li Kobanî 35 çekdarên DAÎŞ’ê hatin kuştin
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragehand ku di encama şer û pevçûnên di navbera şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û çekdarên rêxistina radîkal a bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) de li rojavayê herêma Kobanî, 35 çekdarên DAÎŞ’ê hatin kuştin.

Rewangehê di daxuyaniyekê de ku îro, 31 tîrmehê, hatiye belavkirin ragihandiye, di demjimêrên borî de şerekî giran di navbera YPG û DAÎŞê de li gundê Şiwx li rojavayê herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê de derket.

Li gor rewangehê, di vî şerî de herî kêm 35 çekdarên DAÎŞ hatin kuştin, herwiha 14 şervanên YPG cane xwe ji dest dan.

Ji aliyê xwe Navedna Ragihandina YPG, ku baskê leşkerî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ye, ragihand ku şer û pevçûnên giran di navbera wan û rêxistina DAÎŞê de li gundê Şiwx derketiye, lê ti amaje bi hejmara şervanên xwe yên ku canê xwe ji dest dane nekir.

Ji 2yê tîrmehê de, çekdarên DAÎŞê li başûrê, rojhilat û rojava de êrîşê herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê dikin û heta niha dest danîne ser 7 gundên herêmê.

Basnews
Top